Print this page

De Mîstûra: ji ber biryara DYAyê xemgîn buye!

 

Rojava News: Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, destnîşan kir ku û got ew li ber biryara DYAyê ya derbarê rawestandina hevdîtinên Sûriyeyê ya bi Rûsyayê re ketiye û gelekî xemgîn bûye.

De Mîstûra amaje kir ku wê xebatên xwe yên derbarê çareseriya siyasî ya şerê Sûriyeyê berdewam bikin û ti caran wê gelê Sûriyeyê di nava şer de bi tenê nehêlin.

De Msîtûra di daxuyaniya xwe ya ku li ofîsa NYyê ya li Cenevreyê da de got li gel hemû hewldanên DYA û Rûsyayê agirbest encameke erênî neda û ew gelekî li ber vê rewşê dikeve. Herwiha d Mîstûra got divê alîkariyên mirovî, yên bo gelê Sûriyeyê berdewam bikin.