Print this page

Li Almanya yê civînek di derbarê Sûriyê de birêve diçe!

12:28:56

 

Rojava News: Biryare îro, li Berlînê paytexta Almanyayê derbarê kirîza Sûriyê her pênc welatên zilhêz, Fransa,  Amerîka, Brîtanya, Îtalya û Almanya bicivin.

Derbarê civînê Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniyekê de ragehand ku, mezintirîn berpirsên Fransa, Amerîka, Brîtanya, Îtalya û Almanya bi armanca dîtina çareseriyekê bo kirîza Sûriyê re dê civînekê pêkbîne.

Li gor ajansa Reutersê ragehandî civîna Almanyayê di demekê de tê piştî hevkariya di navbera Rûsya û Amerîkayê de derbarê Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hate rawestandin.

Tê zanîn ku, ev demê deh rojane rejîma Sûriyê û Rûsyayê rojhelata Helebê bomebarandikin, di encam de jî bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin ev yeke jî bûye cihê dilkiranyê welatên cîhanê.