Print this page

Libyayê: 22 koçber xeniqîn

13:10:07

 

Rojava News: 22 welatiyên ku dê bi awayekî ne rewa koçber bibin li herêma barava Lîbyayê xeniqî.

Li gorî nûçeya AFP derdora hezar koçberên ku dê bi awayekî ne rewa derbasî Ewropa bibin li herêma berava Lîbyayê li ser keştiyekê ku ji sê qatan pêk dihat bûn.

Wênekêşê AFP ku bi rêxistinneke mirovî ya ji bo xebatên rizgarkirinê gihişt cihê bûyerê, xwe gihand keştiyê got ku wî 22 koçberên ku xeniqîbûn bi çavên xwe dîtiye û tekez ku hejmara kesên xeniqîne hîn zêdetire.

Wênekêşê AFP Arîs Mîsîns destnîşan kir ku ew ne gihiştiye qatê jê yê keştiyê û destnîşan kir ku koçşberan digotin ku di qatê jêr de mirî hebûn.