Print this page

Pûtîn û Erdogan di derbarê Sûriyeyê de hevdîtin kirin!

 

 

Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan derbarê hewldanên çareseriya dîplomatîk hevdîtinek kirin.

Kremlînê daxuyand ku Erdogan û Pûtîn bi rêya telofonê hevdîtinek kirine û mijara wan jî çareseriya siyasî û dîplomatîk bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Erdogan û Pûtîn derblêdana mijarên çaresariya siyasî, kêmkirina pevçûnan û çareseriya pirsgirêka alîkariya mirovî jî kirine.

Herwiha herdu serokan daxwaza zindîkirina têkiliyên aborî yên Tirkiye û Rûsyayê kirine û li ser mijarên Herka Tirk û Santrala Nukleer ya Akkuyê jî nirxandin kirine.