6:12:10 PM
RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn sibe dicivin.
Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn di çarçoveya Kongireya Enerjiya Cîhanê ku li Stenbol tê lidarxistin de serdana Tirkiyê dike, sibe jî dê bi Erdogan re hevdîtinek pêk bîne.
Tê çaverekirin di hevdîtinê de digel pêwendiyên her dû welatan kirîza Sûriyê û şerê DAÎŞê bi berfirehî werin axaftin.
Piştî kirîza balafira nav bera her dû welatan çareser bû Putîn û Erdogan di 60 rojên dawî de 4 caran bi riya telefonê 2 caran jî rû bi rû axaftin.