Print this page

Hêza DAİŞ di rêklam û leşkerkirinê de kêm bûye

13:24:59

 

Rojava News: Lêkolîneke navenda terorê ser bi wezareta bervaniya Amerîkî ve eşkere kir ku hêza Rêxistina DAİŞê di warê çalakiya rêklamê de pir kêm bûye.

Li gorî raporeke di dema dawî de hate belav kirin, Rêxistina DAİŞê 700 çapkirin di sala 2015an de derxist, di dema ku di heyva Tebaxa 200 çapkirinê di sala 2016an de.

Rêvebirê lêkolînan di navnedê de û nivîserê raporê “Daniyêl Mîlton”ragihand ku avakirina “Dewleta xîlafê”stûna vê rêklamê bû ji çekdarên DAİŞê re, lê niha ew nikarin bêjin ew dewletê ava dikin.

Raporê diyar kir ku navenda terorê 9 hezar nimûne ji rêklamên Rêxistinê vekolandin, û di encamê de hate zanîn ku tevî têkçûnên Rêxistinê li ser xakê, lê ta niha navendên wê yên rêklamê hene, û bi kuwalîtiyek baş tên derhênan.