12:29:40
Rojaava News: Li gorî raporta UNICEFê ya ku di Roja Zarokên Keç ên Cîhanê de ragihand, cudageriya seksî û newekheviya dabeşkirina kar hîna di temenên gelek biçûk de dest pê dike. Di raportê de hatiye gotin, zarokên keç li gorî zarokên kur yên ku di navbera heman temenê 5 û 14 salan de ne 160 milyon saetî zêdetir kar dikin.
Di berdewama agahiyên ku di raportê de derbas dibin tenê li Tirkiyê di ser 7 milyon zarokên keç ne xwendinê ne jî nivîsandinê dizanin. Lê di raporta Wezareta Perwerehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyê de li ser heman mijarê hatiye gotin ku di sala 2015an de bi tenê li Stenbolê 310 hezar û 790 zarokên keç bê perwerde ne.
Di raporta ku EGÎTÎM-SENê de berewajî raporta wezaretê hatiye ragihandin ku tenê di sala 2016an de li Tirkiyê 2 milyon û 617 hezar û 566 zarok-jin bi xwendin û nivîsandinê nizanin.
Seroka Komeleya Uçan Supurgeyê Selen Dogan diyar kir ku ew naxwazin ev roj wek cejna zarokên keç bê nirxandin, ew dixwazin ku ev roj wek roja têkoşîna li dij bê edaletiyê bê zanîn. Dogan got: "Problema herî mezin ya zarokên keç, keçbûna wan e. Newekheviya cinsî ya civakî yek ji wan kêşeya herî mezin e. Ew zordestî û cudageriya li ser zarokên keç hîna ji malbatê dest pê dike."
Li gorî raporta 2014an ya UNÎCEFê 700 milyon zarokên keç beriya 18 saliya hatine zewicandin. Ji 3an 1ê vê hejmarê yanî 250 milyon jê jî di bin 15 saliya xwe de bi zorê hatine zewicandin. Herwiha di nava salekê de tenê 70 hezar zarokên keç di serdema zarobûnê de canê xwe ji dest didin.
Li gorî Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyê jî di nava salekê de li Tirkiyê 31 hezar û 337 zarokên keç ku di bin temenê 16-17 saliya xwe de ne dibin bûk. Lê ev reqam ji aliyê dam û dezgehên civakî û pisporan ve wek reqameke rasteqînî nayê dîtin. Ji bo ku balê bikişînin ser kêşeyên perwerdehî, kar, cudageriyên cinsî û zewacên zarokên keç li Enqerê pêşangeheke wêneyan hate amadekirin.
Her çiqas 11ê Mijdarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo teşwîqkirin û çareseriya zarokên keç hatibe ragihandin jî di navbeyda van 4 salên raborî de tu encamên erênî nehatine bi dest xistin. Hê jî her roj di şer û pevçûnan de bi hezaran zarok dimirin û li kolanan li beramberî dest avêtin, destdirêjî, tundî û îstîsmarê dîmînin. Li tu welatan ji sedî sed ew yase nehatine derxistin ku bi her awayî mafê zarokên keç di bin ewlehiyê de be.