Print this page

7 endamên DAIŞê li İsraîl hatin girtin

Rojava News: Polîsê Îsraîl ragihand, 7 kes bi tohmeta endamtî û alîgirtiya DAIŞê hatine girtin ku dixwestin “êrişên terorîstî” li Îsraîlê pêk bînin. 

Li Îsraîlê, 7 kes ku hemû ereb in bi tohmeta endamtî û alîgirtiya DAIŞê hatin girtin. 

Wezareta Dadê ya Îsraîlê jî ragihand, wan kesan bi awayekî veşartî bi çekdar û rayedarên DAIŞê yên li Sûriyê re di nav têkiliyê de bûn û dixwestin êrişên terorîstî li Îsraîlê pêk bînin. 

Li gorî agahiyên Polîsê Îsraîl, 5 kes ji wan tohmetbaran xelkê bajarê Xuxeynîn in, yek ji wan xelkê devera Dêr Henanê û yê din jî xelkê bajarê Nasiriyê ye.