4:47:01 PM
Rojava News : Duh danê êvarê , penaberek Sûrî nevê wî "Cabir El-Bekir" yê gumanî di hewldana ku xwe li balafirxane Almaniya teqandiba , li zîndane bajarê Lîbzic li Almaniya xwe kuşt.
Hêzên Polîsê Almanya bombeyên teqîner li mala Bekir yê temenê wî 22 salan dîtin, û roja Duşemê ew girtin û xistine zîndanê de.
Berpirsê Polîsê Corj Mîkaîlîs ragihand ku Cabir El-Bekir girêdayî Daiş e, û Bekir li ser înternetê geriya ku çawa bombeyan çêki, û dixwest kemerak bombekirî çêke.
Malpera magazîne Dîr Şibîgil weşand ku Bekir xwarin ne di xwar di zîndanê de û herdem polîs ew goyînger di kirin.