Print this page

Rûsya: "Di civîna Lozan a ji bo Sûriyeyê de em ê peşniyareke nû nakin"

23:04:16

 

Rojava News: Wezîrê Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew ê di civîna sibê ya Lozanê ya ji bo Sûriyeyê de dê peşniyareke nû nekin.

Wezîrê Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemenî ya li bajarê Yerîvana Ermenîstanê de pirsên rojnamevanan bersivand û ragihand ku di civîna Lozanê ku wê bi tevlîbûna Rûsya, Amerîka, Tirkiye û Erebîstana Siûdî ji bo Sûriyeyê were lidarxistin de tu pêşniyareke nû nekin. Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji xeyrî biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî û Grûba Piştgir a Sûriyeyê ya Navneteweyî ku hem Rûsya û hem jî Amerîkayê piştgirî da û erê kir heye û em ê wekî Moskovayê pêşniyareke nû nekin."

Di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dewletên rojavayî ji bo agirbesteke nû ku li Sûriyeyê têkeve meriyete gav neavêtin û ji bo biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî û peymana Rûsya û Amerîkayê were sepandin em ê hinek peşniyaran bikin."

Wezîrê rûsî di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo civîna sibê ya Lozanê tu hêviyeke min taybet tuneye."