12:21:56
Rojava News: Bêtirî 150 dewletî li paytextê Ruandayê Kigaliyê di lûtkeya guherînên iqlîmê de civiyan û li hev kir ku gaza hîdroflorokarbonê ya ku ji amûrên hênikkirinê û sarincan derdikeve û ji karbondioksîdê bizrartir e, kêm bikin.
Li gorî nûçeya NYtimesê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê vê lihvekirinê de wiha gotiye: "Giringtirîn gav e ji bo ku em germbûna gerestêra xwe kêm bikin."
Herwiha Kerry diyar kiriye ku ev biryara guherînên îqlîmê ne tiştekî wiha ye ku di cih de pêk were.
Rêkeftina Kîgaliyê armanc dike ku madeya hîdroflorokarbonê ya ku ji bo cemidandina sarinc û amûrên hênikkirinê tê bikaranîn bê rawestandin. Tê zanîn ku gava hîdroflorokarbonê ji gaza karbondioksîdê jî bizirartir e.
Li gorî rêkeftinê, dewletên pêşketî neçar in ku ji dewletên feqîr zûtir tevbigerin û berdana hîdroflorokarbonê berî wan rawestînin.