Print this page

Pentagon: Operasyona Mûsilê li gor plana hatiye danîn dimeşe

11:44:05

 

Rojava News: Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di yekemîn roja operasyonê de Artêşa Iraqê armacên xwe bi cîh kir û operasyon li gor pilana ku, hatibû danîn bi rê ve diçe.

Derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) peter cook di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku roja yekemîn wekî ku hatî pêşbînî kirin bû, herwiha operasyona Mûsilê li gor pilana hatî danîn bi rê ve diçe.

Peter Cook diyar kir ku, firokeyên Artêşa Iraqê bi armanca parastina gelê Mûsilê di 48 saetên borî de 7 milyon belavok li ser welatiyên bajarê Mûsilê barandine.