12:19:36
Rojava News: Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest got, DAIŞê ji bo parasina bajarê Mûsilê dibe ku rêbazên derexlaqî û xeter bikar bîne.
Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest di civîna rojane ya rojnamegerî de pirsên derbarê operasyona rizgaririna Mûsilê de û bersivand.
Josh Earnest ragihand di derbarê dîroka bidawîbûna operasyona Mûsilê de demek diyar nîne û got: “Bêguman ev operasyon perçeyê herî girîng ya hewldanên ji bo lawazkirin û têkbirina DAIŞê ye.”
Earnet bal kişand ser girîngiya bajêrê Mûsilêji bo rêxistina DAIŞê û wiha domand:
"Mûsilê ji bo DAIŞê xwediyê girîngiyeke sembolîk e û derxistina wê lîstikeke stratejîk a girîng e. Bajarê Mûsilê mezin e û 2 sal in DAIŞ li wê derê xendeqan dikole ji ber vê yekê dibe ku operasyon hinekî demdirêj bibe.
Em dizanin ku ji bo parastina bajêr dê jiyana mirovên bêguneh liber çavan negire. Herwiha ji bo ku bajêr ji dest nedin dê rêbazên derexlaqî û xeter bikar bîne."
Berdevkê Koşka Spî amaje kir ku DAIŞê dê bi hemû hêza xwe Mûlilê biparêze.
Herwiha Earnet da zanîn rola leşkerên Amerîkayê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de şêwirmendî û alîkariya hêzên Iraqê ye."