12:36:02
Rojava News: Li eyaleta Belucistanê ya li rojavayê başûrê Pakistanê çend êrîşkarên çekdar ketin navendeke perwerdeya polîsan û di encama bûyerê da 59 kes mirin, 117 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Belucistanê ya li rojavayê başûrê Pakistanê çend êrîşkarên çekdar ketin navendeke perwerdeya polîsan û di encama bûyerê da 59 kes mirin, 117 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya berpirsên ewlehiyê da hat destnîşankirin ku li bajarê Kuettayê 3 êrîşkarên çekdar avêtin ser navenda perwerdeyê ya ku qedera 200 namzetên polîs tên perwerdekirin û di encamê da piraniya kesên ku mirin, namzetên polîs in.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin di êrîşa ku qedera 5 saetî berdewam kir û hin namzedên polîs rehîn hatin girtin da 59 kes mirin û 117 kes jî birîndar bûn