6:12:43 PM
RojavaNews: Desthilata Ustiraliya ragihand ku wê rê li ber hemû penaberan, tevî yên li navendê girtinê li gerava Manos Nawro jî bigre da ku, derbasî welat nebin.
Li gorî zaniyariyên derketin, dê desthilata Malkom Têrinbol pirojeyê yasayekê amade bike, da ku yasaya koçberiyê serrast bike, û ew yek dê derbasbna penaberan bo welat qedexe bike.
Têrinbol di civînekê de bo çapemeniyê li Sîdnî got:”Deriyê UStiraliya li ber her kesê dixwaze derbasî welatê me bibe bi rêya qeykên qeçaxçiya girtiye”.
Tê zanîn ku biryar e qedexekirina derrbasbûna kesên girtî bo navendên girtinê li UStiraliya bê pêkanîn.