Print this page

Di sarincokê de 3 termê penaberê Sûrî hat dîtin!

12:10:16

 

Rojava News: Li Danimarkayê bajarê abenra yê di daîre ke avahiyekê de di nava sarincokê de 3 termê penaberên Sûrî ku dayîk û keçên wê ne hatin dîtin.

Hat zanîn dayik 27 saliye û herdû keçên wê jî yek 9 ya din jî 7 saliye.

Termê wan, piştî ku nasekî wan xwestiye xwe bighînî wa lê tu agahî di derbarê wan de negirtiye, gilî li polîsan kiriye hatiye dîtin.

Polîs aniha di derbarê buyerê de wek yekem gumanbarî hevserê jinê dibînî u lê diğerin da desteserbikin.

Malbata ku sala çuyî bi penaberî çû Danîmarkayê mafê penahî wergirti bû.