10:57:28
Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama ji bo hilbijartinên serokatiyê li Carolina Bakur ji namzeta Demokratan re deng xwest.
Obama li bajarê Chapel Hillê beşdarî mîtinga hilbijartin a Partiya Demokratan bû û got, "Ger ku em di vê hilbijartinê de bisernekevin, bi taybetî jî li Carolina Bakur, him pêşketina ku me di 18 salan de bidest xistiye, him serkeftina ku em di 8 salên pêş de hêvî dikin, wê wenda bibe."
Obama anî ziman ku "qedera welêt diheje" û diyar kir ku di vê nuqteyê de biryara dengdêran a di 8ê Mijdarê de wê girîng be.
Obama got, "Ger ku Hillary Carolîna Bakur bidest bixe wê serokariyê jî bidest bixe. Ji ber vê yekê min got siberoja wê girêdayî we ye, min henek nedikir."
Obama di axaftina xwe de rexne li namzetê Partiya Komarparêz Donal Trump girt.
Obama parast ku ger Trump bibe serok û têkeve Ofîsa Ovalê jî wê helwestên xwe neguherîne û got, "Divê em êdî nefikirin ku tevgerên Trump normal in."