09:42:13
Rojava News: Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Igor Konaşenkov ew îdiayên ku tê de hat gotin ku Hêzên Hewayî yên Rûs li herêma Xan Şêxûn a Idlibê li hemberî kolana ku zarokê tê de bûn, êrîşa pêk anîne, red kir.
Igor Konaşenkov got"Balafirên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê di 8ê Mijdarê de li wê herêmê nefiriyane û tu êrîşeke moşekan pêk neanîne."
Konaşenkov ji bo çapemeniya biyanî ya ku girîngiyê dide îmaja xwe, pêşniyarî kir û got guh nede provakasyonên wek Mala Çavdêriyê ya Sûriyeyê ku ji Londonê weşanê dike û ‘xwe wekî parastvanê mafên mirovan bina dike.'
Dîrektorê Mala Çavdêrî ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Rami Abdulrahman îdia kiribû ku di êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê de moşekek rastî kolana ku zarok tê dilîstin, hat û diyar kiribû ku di wê êrîşê 7 zarokan jiyana xwe ji dest daye.