Print this page

Encamên hilbijartinên Amerîkayê: Clinton 215, Trump 264

09:54:27

 

Rojava News: Encamên destpêkê yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê hêdî hêdî aşkere dibin. Li gorî encaman, Trump heta niha 264 dengên elektral bi dest xistiye û Klinton jî 215 dengên elektral misoger kiriye.

Heta niha, li gorî encamên seretayî yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, namzedê komariyan Donald Trump 48.2%ê dengan bi dest xistiye û namzedê demokratan Hillary Klinton 47.2ê dengan bi dest xistiye.

Li gorî encaman, heta niha Trump 264 dengên elektral û Klinton jî 215 dengên elektral bi dest anîne.

Herwiha heta niha Trump li 25 eyaletan serkevtin bi dest xistiye û Klinton jî heta niha 18 eyalet misoger kiriye.

Trump li her yek ji eyaletên Indiana, Kentucky, West Virginia, Tennessee, Mississipi, Oklahoma, Sout Carolina, North Carolina, Alabama, North Dakota, Sout Dakota, Louisiana, Ohio, Wyoming, Montana, Idaho, Texas, Arkansas, Missouri, Iowa, Nebraska, Kansas û Florida, Utah, Pennsylvania û Gerogia serkevtin bi dest xistiye. 

Herwiha Klinton li her yek ji eyaletên New Jersey, Maryland, Vermont, Illinois, Rhode Island, Delaware, Massachusetts, Connecticut, District of Colombia, New Mexico, Virginia, Colorado, California, Hawaii, Oregan, Washington û Nevada serkevtina xwe misoger kiriye.

Herwiha Klinton dengên Washington a paytexta Amerîkayê biriye.