Print this page

Donald Trump bû Serokê Amerîkayê yê nû

13:06:06

 

Rojava News:  Hilbijartina Serokatiya Amerîkayê ber bi dawiyê ve diçin û serdestiya Trump berdewam e. Li gorî encamên dawî yên nefermî namzedê komarparêz Donald Trump bû Serokê Amerîkayê yê nû.

Li gorî encaman, Trump heta niha 276 dengên elektral bi dest xistiye û Klinton jî 218 dengên elektral misoger kiriye.

Heta niha, li gorî encamên seretayî yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, namzedê komariyan Donald Trump 48.2%ê dengan bi dest xistiye û namzedê demokratan Hillary Klinton 47.2ê dengan bi dest xistiye.

Trump li her yek ji eyaletên Indiana, Kentucky, West Virginia, Tennessee, Mississipi, Oklahoma, Sout Carolina, North Carolina, Alabama, North Dakota, Sout Dakota, Louisiana, Ohio, Wyoming, Montana, Idaho, Texas, Arkansas, Missouri, Iowa, Nebraska, Kansas û Florida, Utah, Pennsylvania û Gerogia serkevtin bi dest xistiye.

Herwiha Klinton li her yek ji eyaletên New Jersey, Maryland, Vermont, Illinois, Rhode Island, Delaware, Massachusetts, Connecticut, District of Colombia, New Mexico, Virginia, Colorado, California, Hawaii, Oregan, Washington û Nevada serkevtina xwe misoger kiriye.