Print this page

Serokwezîrê Tirkiyê daxwazê ji Trump dike ku Gulen radestî wan bike

2:32:26 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim pîrohbahî li serokê nû yê helibijartî yê Amerikayê Donald Trump kir, û ji wî xwest ku Fetulah Gulen radestî Tirkiye bike.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di merasîma destpêkirina werza perwerdeya îsal a Akademiya Ewlekariya Qeraxa û Cendermeyan de gotarek pêşkêş kir.

Binalî Yildirm di gotara xwe de namzedê Komarparêzan di hilbijartinên Amerîkayê de Donald Trump ku îro weke serokê nû yê Amerîkayê hat hilbijartin pîroz kir.

Yildirim wiha got: “Ez ji serokê nû yê Amerîkayê dixwazim ku demildest Fetullah Gulen radestî Tirkiye bike. Heger hun Serokê rêxistina terorî ku zerare dide peywendiyên di navbera civaka Tirkiye û Amerîkayê de hun zûtirîn dem radestî Tirkiyê bikin, bawer bikin ji bo hevalbendiya hun dê rupeleke nû vekin.”

Di hilbijartinên ji bo serokatiya Amerîkayê de, li gor encamên nefermî namzedê Komarparêzan Donald Trump weke Serokê nû yê Amerîkayê hat hilbijartin.