Rojava News: Wezîrê Kanadayê li parlemana welatê xwe got, li dijî DAIŞê parastina canê Pêşmerge û sivîlên kurd erka wan e.
Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan û Serokê Dîwana Bergiriyê, li Parlemantoya Kanadayê kar û xebatên xwe yên ku li Iraqê di şerê dijî DAIŞê dikin, eşkere kirin.
Hat ragihandin ku her du karbidestên Kanadî di axaftinên xwe yên parlemanê de diyar kirine, ji bilî ku hêzên wan di şerê DAIŞê de wek şêwirmend beşdar in, herwiha dema êrîş werin ser wan li ber xwe didin û xwe diparêzin.
Di civîna parlemanê de wezîr û karbidestên Kanadî destnîşan kirin ku parastina canê Pêşmerge û sivîlên kurd jî erkê wan e û dema pêwîst bike alîkariya Pêşmerge dikin.