Rojava News: Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku terorîst, li Helebê milîtanên ku dixwazin teslîm bibin dikujin.
Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê General Îgor Konaşenkov ragihand ku terorîst, li Helebê milîtanên ku dixwazin çekên xwe deynin û teslîm bibin înfaz dikin.
Îgor Konaşenkov li Moskovayê di axaftina xwe ya civîna rojnamevanî de agahiyên sivîlên ku ji bajarê Helebê reviyabûn bi endamên çapemeniyê re parve kir û got: "Rêxistinên terorîst, li hemberî milîtanên ku dixwazin çekên xwe deynin û teslîm bibin çalakiyên tund bikar tînin û wan ji biryara wan vedigerînin.
Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Sivîlên li rojhilatê Helebê dijîn dixwazin bajêr biterikînin, lê ji terefê terorîstan ve têne astengkirin. Gelê herêmê li hember bûyerên şidet û talanê çalakî û protestoyên xwe yên dijî terorîstan zêde kirin. Ji destpêka hefteyê hetanî niha 11 protestoyên girseyî pêk hatin."
Berdevkê wezareta rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di nava 24 seetên dawî de li 4 herêmên Helebê bi tevlîbûna hezar û 500 kesî mîtîngên berteknîşandana terorîstan hatin lidarxistin. Milîtanên terorîst ji bo ku gel belav bikin bi guleyan êrişî wan kir. Li herêma El Amîra û El Fardusê di encama gulebarana milîtanên terorîst de 27 kes hatin kuştin."