Print this page

Amerîka mueyîdeyên li ser Îranê 10 salên din dirêj dike

11:58:39

 

Rojava News: Li Amerîkayê pêşnumaya ku ji bo mueyîdeyên li ser Îranê bi qasî 10 salên din dirêj bike, li Meclîsa Nûneran bi piraniya dengan hat qebûl kirin.

“Yasaya Mueyîdeyên li Ser Îranê', ku cara pêşîn di sala 1996a de hatibû peyikandin, ji bo 10 salên din were dirêjkirin, li Meclîsa Nûneran hat qebûlkirin û ji bo Senatoyê hat şandin. Di dengadyînê li hemberî 419 dengên erê tenê dengekî na derket.

Tê payîn ku pêşnûma di demeke kin de têkeve rojeva Senatoyê. Ger ku ev pêşnûmeya li Senatoyê were qebûlkirin û ji aliyê Serok Barack Obama ve were îmzekirin wê heta sala 2026a di meriyetê be.

Ev pêşnûme ji bo astengkirina Îranê ye, da ku nebe xwediyê çeka nukleerî û tê de mueyîdeyên di derbarê enerjiyê de hene.