Print this page

Amerîka: Gotinên Erdogan ne hêjayî bersivdanê ne

12:22:38

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby gotinên Erdogan yên li ser palpiştiya DAIŞê bi tundî rexne kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku li parlemana Pakîstanê doh gotibû, ‘Welatên Rojava ji bo zirarê bidin misilmanan palpiştiya DAIŞê dikin'.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîna rojnamevanî de li ser pirsên rojnamevanan bersiva gotinên Erdogan yên ku li parlemana Pakîstanê welatên Rojavayî bi palpiştiya DAIŞê tawanbar kiribû.

Kirby li ser pirsa rojnamevanekî daxuyakirin ku ew ne daxuyaniyeke mantiqî ye û got, ‘Li gor min nêrîneke wiha ne hêjayî bersivdanê ye jî.

Bi taybetî Amerîka li seranserê dinyayê di têkoşîna dijî terorê de rêbertiyê dike. Niha li hemberî DAIŞê 67 welat û pêkhate hatine ba hev. Demek berê welatên dijî DAIŞê şer dikin li Berlînê hatin cem hev. Li wir têkoşîna bêhempa ya dijî wê rêxistinê hatin nirxandin. Bi ya min tomarên wê jî li meydanê ne.'

John Kirby herwiha operasyona ‘Mertala Firatê' ya artêşa Tirkiyê ku bi hevkariya komên Artêşa Sûriya Azad birêve dibe jî rexne kir û got, "Min berê jî gotibû. Em di serî de ji bo wê beşa Sûriyê û çalakiyên din ên leşkerî dixwazin kordînasyonek hebe. Me berê jî gotibû, em wan çalakiyên nekordînekirî ji bo hewildanên dijî DAIŞê sûdewar nabînin. Tiştekî ku lê zêde bikim nîne."