12:12:09
Rojava News: Serokê Amerîka Barak Obama di derbarêî rewşa Sûriyê got: Wê aloziya Sûriyê demekê dirêj bike û piştgiriya Rûsiya û Îranê ya ezmanî ji rêjîmê re hêza lewazkirina opozisyonê daye.
Serokê Amerîka Barak Obama ku dema wî ya Serokatiyê ber bi dawî ve dice, duh piştî civîna APCʹê ji civîna çapemeniyê lidar xist.
Obama derbarê rewşa Sûriyê got ku hêviyên wan nîne ku di pêşerojek nêzîk de pêşeroja Sûriyê diyar bibe û wiha dom kir: ʺDema Rûsiya û ÎRan biryara piştgiriya rêjîma Esed a ezmanî dan û agirbesta li Helebê dan, qetilkirina sivîlan û zarokên ku rojane di dibstian, nexweşxaneyan de têne wêrankirin, wê demê zehmete ku nerînek ku dê opozisyona nerim ku ji demeke dirêj ve tê perwedekirin, li ber xwe bide û wê bibîne.ʺ
Obama destnîşan kir ku wî ji Serokê Rûsiya Filadîmêr Bûtin re gotiye ku ew ji rijandina xwînê ya Sûriyê gelekî bi tirse û pêwîstî bi agirbestekê heye û wiha dom kir: ʺDi vê demê de pêwîstiya me heye ku em nerîna hemû aliyan bigherin, da ku rewşa li Sûriyê bê guhertin. Bê guman dê hêzên radîkal li Sûriyê û herêmên derdorê bimîne, li wê herêmê dê tevlihevî heta demekî bidome.ʺ
Di 20ʹê Çileya 2017ʹan de dê Serokê nû yê Amerîka Doland Turamp serokatiya Amerîka ji Obama werbigire.