11:35:13
Rojava News: Rayedarekî pilebilind ê Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, destpêkirina pêvejoyeke nû ya siyasî û çareserkirina kirîza li Sûriyê bêyî kurdan nabe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov derbarê rewşa Sûriyê û çawaniya çareserkirina kirîza li wî welatî de ragihand, ji bo ku li Sûriyê pêvajoya siyasî bi awayekê serkevtî û ji nû ve dest pê bike, pêwîst e nûnerên kurdan jî tevlî pêvajoyê bibin.
Li gorî nûçya malpera Sputnik Kurdistan a Rûsyayê, Gennadiy Gatilov got, ku pêwîst e Nûnerê Taybetê Netewên Yekbûyî Bo Karûbarên Sûriyeyê Staffan de Mistura erkê xwe pêk bîne û di demeke herî nêzîk de pêvajoya siyasî bi awayekê berfireh bide destpêkirin.
Gatilov amaje bi kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir û destnîşan kir: “Bêyî beşdarbûna kurdan ji nû ve destpêkirina pêvajoya siyasî ne pêkan e. Kurd hêzeke siyasî û leşkerî ye ku rûbereke zêde ya axa Sûriyeyê di bin kontrola xwe de digire û di heman demê de di têkoşîna li dijî terorê de bi awayekê çalak cih digire. Eger ku Kurd li ser maseyê nebin, li Sûriyê ne pêkan e ku ji bo pêşeroja sîstema yasayî biryarên bi encam werin girtin.”
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez jî kir, ku ew dê di demek nêzîk de ji Staffan de Mistura bixwazin, bêyî ti şert û mercan Kurdan vexwîne muzakereyan.