Print this page

Amerîkayê di ji bo egera êrîşên terorîstî hişyariya Ewropayê da

12:02:39

 

Rojava News: Wezareta Karên Navxweyî ya Amerîkayê, li ser egera êrişên terorî li Ewropa hişyarî da.

Wezareta Karên Navxweyî ya Amerîkayê bi sernavê “Hişyariya Geşta Ewropayê” daxuyaniyeke nivîskî da û tê de hişyariya êrişên terorî da welatiyên Amerîkayê yên li Ewropayê.

Wezareta amerikî amaje kir ku bi nêzîkbûna Noelê (sersal) û geşta wê, egera êrişên terorî zêde bûye û bila welatî di geştên xwe de bihaydarî tevbigerin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, bila welatiyên Amerîkayê li cihên festival, bazar, restorant, perestgehan û geşta komî bihaydarîbin.

Hat gotin ku ew hişyarî heya 20ê Sibata 2017ê berdewam e, û rêxistinên weke DAIŞ, El Qaide plan dikin ku di hayama geşta Noelê de li welatên Ewropayê êrişan encam bidin.