Print this page

Neteweyên Yekbûyî: "Hikûmeta Iraqê alîkariya penaberên mûsilî nake"

12:08:11

 

Rojava News: Netewen Yekbûyî rexne li hikûmeta Iraqê kir ku li gorî tiştê pêwist piştgiriya penaberên mûsilî nake.

Li gorî daxuyaniyekî Neteweyên Yekbûyî ji destpêka operasyona bajarê Mûsilê heta naha 68 hezar û 550 kes ji ber şer penaber bûne ku piraniya wan jî berê xwe dane Herêma Kurdistanê û herêmên bin desthilatiya hêzên Pêşmerge.

Netewên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku koçberên Mûsilê û derdora wê pêwîstiyan bi alîkariyekî zêde heye û alîkariyên hikûmeta Iraqê pir kêm û wek pêwîst nînin.

Berî niha bi dehan di raportên rojnamevanî de koçberên bajarê Mûsilê gazindên xwe li hikûmeta Iraqê kirine û ragehandine ku tenê Herêma Kurdistanê û bi taybet jî dezgehê Xêrxwaziya Barzanî alîkariya penaberên Mûsilê û derdora wê kiriye.