Print this page

Dalay Lama, di mijara Trump de ne bi endişe ye

13:04:39

 

Rojava News: Serokê rûhanî yê Tîbetê ku surginkirî Dalay Lama ragihand ku ez bi hilbijartina Donald Trump a Serokatiya Amerîkayê ne bi endişe me.

Serokê rûhanî yê Tîbetê ku surginkiriye Dalay Lama ragihand ku ez bi hilbijartina Donald Trump a Serokatiya Amerîkayê ne bi endişe me û hêvî dikim li gorî polîtîkayên guncav ên kûrewî tevbigere.

Dalay Lamayê ku niha li paytextê Moxolistanê Ulan Baturê dijî ragihand ku axaftina Trump ya kampanyeya hilbijartinê hispanîk, misilman û li ser kêm neteweyên din di raya giştî de bû sedema bertêkan lê ez bi xwe endişe nebûn.

Namzed di dema hilbijartinê de ji azadiyeke berfirek îstîfade dikin. Lê piştî ku hat hilbijartin û berpirsyarî girtin ser xwe, gengaz dimînin ku di nava hevkariyê de bixebitin û xwe li gorî rastiyan adapte bikin.

Lama di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ew Amerîkayê wekî serokê ‘cihana hûr' dibîne û piştî merasîma wezîfegirtina Donald Trump a 20ê Rêbendanê li cih û demeke diyar ez bi meraq im ku hevdîtinekê pêk bînin. Lê heta niha nayê zanîn hevdîtina Trump û Dalay Lama hatiye plankirin an na.