Rojava News: Wezîrê Karê hundir yê Fransayê Bernard Cazeneûve da xuyakirin ku 73 welatiyên Fransayê yên li Sûriye û Iraqê tevlî rêxistinên olî yên tundraw bûne, hatine kuştin.
Cazeneûve diyar kir ku giştî hezar û 400 welatiyên Fransayê çûne Irak û Suriye yê û heta niha 73 kes ji wan mirine.
Wezîrê Karên Hundir ragihand ku ciwanên di bin navê 'cîhadê' de çûne wan welatan, dema vedigerin Fransayê ji aliyê psikolojî ve bi temamî tekçûne, li gorî qanûnên nû re li pêşî metirsiya wan kesan hatiye girtin.