Print this page

Trump: Castro dîktatorekî zalim bû, gelê Kubayê wê azad li siberojê binêre

 

Rojava News: Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump ji bo serokê navdar ê Kubayê Fidel Castro yê ku duh bi şev jiyana xwe ji dest da, got, “Ew dîktatorekî zalim bû. Hêvî dikim ku gelê Kubayê ji vi şûnde wê ji bandora wî xelas bibe û wê hîn azad li siberpjê binêre.”

Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump piştî tweeta xwe ya "Fidel Castro mir" careke din ji bo serokê navdar ê Kurbayê Fidel Castro axivî. Trump, Castro wek ‘dîktatorekî zalim bû' binav kir û got, "Ez hêvî dikim ku gelê Kubayê ji vir û şûnde wê karibe bi awayekî azad li siberojê binêre."

Trump ji ber polîtîkayên normalîzekirina têkiliyên li gel Kubayê Barack Obama rexne kiribû û ji bo dengdêrên xwe soz dabû ku ew wan polîtîkayên derbarê Kubayê de şûnde bikişîne.