Print this page

Jonathan Ornstein: Avakirina dewleta kurdî ji ya Îsraîlê hêsantir e

13:18:58

 

Rojava News: Weke du netew peywendiyên kurd û cihûyan di medya cîhanî û taybetî di medya erebî de her tim ciheke girîng digire.

Rêveberê Navenda Civaka Cihû ya Krakowa Polanyayê Jonathan Ornstein dibêje, hê jî baş fêm nake ka ji ber çi berpirs xwe ji vê pirsgirêkê dûr dixin, lê baş dizane ku cihûyên li cîhanê ev peywendiya bijarde pesend kiriye û zêde pewîst nake li ser vê yekê jî hizir bikin.

Jonathan Ornstein diyar kir, mirina ku cihû rûbirû mayîn û ya Kurdan xalên hevbeş hene û dibêje sedema wê jê bêdewlet bûne.

Ornstein ji Rûdawê re wiha got: “Peywendiyên cihû û Kurdan li ser bingeheke saxlem hatiye avakirin. Her çi qasî cîranên wan, erdnigariya wan û mercên wan ên jeopolîtîk ji hev cuda bin jî lê dijminên wan hevbeş in.”

Bi gotina wî ew hêvîdar e ku dahatuya Kurdan li Iraqê ronahî ye û dê di demekê nêzîk de dewleta kurdê were avakirin.

Her diçe ku rewşa Kurdan a niha li Îsraîlê zêdetir tê rojevê. Beriya 2 salan Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihandibû ew piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin. Herî dawî Wezira Dadê ya Îsraîlê Ayelet Sheked derbarê heman mijarê de gotibû: “Em bi tevahiya hêza xwe piştgiriya avakirina dewleteke kurdî dikin. Bi me ev di berjewendiyên Îsraîlê de ne û herwiha dê dijminên me jî lawaz bike.”

Dewelta Îsraîlê sala 1948ê di bin mercên zehmet de hatibû îlankirin. Ji bo piştgiriya navnetewî bi salan xebat kiribûn. Her çi qasî nakokiyên wê bi welatên ereb hebe jî, îro li Rojhilata Navîn hêzêke bibandor e.

Jonathan Ornstein amaje kir ku avakirina dewleta kurdî ji ya Îsraîlê hêsantir e û wiha domand: 

“Amerîkayê çawa piştgirî dabû Îsraîlê, pêwîstiya Kurdan jî bi piştgiriyekê wîsa heye. Ez hêvî dikim ku Amerîka vê piştgiriya xwe ji bo Kurdan jî bide. Dema em dinêrîn di 200 salên dawiyê de çi civaka xwestî bibe serbixwe gihîştiye armanca xwe. Lewma ji bo Kurdan jî serxwebûn ne zehmet e.”

Ornstein destnîşan kir ku cihûyên li Amerîkayê bi pirsa kurdî re eleqeder dibin û wiha got: “Li Amerîkayê hejmareke zêde cihû hene û hewl didin bi Kurdan re peywendiyên xwe xurt bikin. Şerê li Iraqê dibe û nûçeyên derbarê Kurdan de dişopînin.”

Rêveberê Navenda Civaka Cihû ya Krakowa ku ji rewşa kurdên her perçeyê Kurdistanê agahdar e li beramberî krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê xemgîniya xwe anî ziman û got: “Ev nakokî dibin sedema ku kurd jî armaca xwe dûrbikevin.”