13:43:28
Rojava News: Rêxistina Emniyetê ya Almanyayê ji ber ku piştî hewldana derbeya ya li Tirkiyê bi hezaran endamên enmiyetê û dadê ji kar hatine dûrxistin û di lêpirsînên ku li her du welatan tên meşandin de zehmetî tên kişandin, hişyarî da.
Li Tirkiyeyê cara pêşîn ji bo şîrketeke Alman qeyûm hat tayîn kirin Ji ber ku li Tirkiyê piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi hezaran endamên emniyetê û dadê ji kar hatin dûrxistin, di saziyên ewlekariya Almanyayê de di mijara hevkariya navdewletî de metirsî çêbû.
Rojnameya Die Weltê nivîsand ku Rêxistina Emniyetê ya Federal a Almanyayê (BKA) hişyarî daye ku ji ber lêpirsînên li her du welatan tên kirin, zehmetiyan dikişînin. Rojnameyê nûçeya xwe spartiye nivîsên navxweyî yên pisporekî ewlekariyê yê li Konsolxaneya alman a Stenbolê.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku zanyariyên girîng ên derbarê lêpirsînên li Almanyayê tên meşandin de tenê dikarin di ‘rewşên istisnai' de ji dezgeyên tirk bistînin. Hate ragihandin ku pispor sedema zehmetkişandina parvekirina zanyariyan, ixrackirina bi hezaran endamên emniyetê û dadgehê nîşan daye.
Emniyeta alman derbarê sûcên rêxistinî yên têkiliyên wan bi Tirkiyê re hene û cîhadîstên ku rasterast Tirkiyê bikar tînin de gelek lêpirsînan birêve dibin.
Li gorî daneyên BKAyê di sala 2015an de li hemberî çeteyên sûcê rêxistinî yên bi Tirkiyê re têkildar, 50 lêpirsîn hatin birêvebirin û 841 turk weke gumanbar tên dîtin.