Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, kirîza Sûriyê bi rêyên serbazî û şer nayê çareserkirin û tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina gotûbêjên aştiyê kir.
2ê Kanûna 2016ê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Îtalya Paulo Gentiloni li Romayê bi hev re civiyan û piştî civînê jî konfranseke hevbeş a rojnamevanî saz kirin.
Di vê konfransa rojnamevanî de, Sergey Lavrov ragihand, wan di civînê de li ser pêwendiyên navbera her du welatên Rûsya û Îtalya, kirîza li Sûriyê û rewşa Lîbya de gotûbêj bi hev re kirine.
Lavrov derbarê asta pêwendiyên navbera Moskow û Romayê de dilgiraniya xwe anî ziman û got: “Em li hember nizimbûna pêwendiyên bazirganî yên li gel Îtalya dilgiran in.”
Li ser rewşa Sûriyê jî Lavrov amaje bi wê yekê kir, ku wî bi Wezîrê Derve yê Îtalya Paulo Gentiloni re li ser kirîza li Sûriyê û rewşa Helebê gotûbêj kir.
Lavrov da xuyakirin, ku divê Opozisyona Sûriyê pêwedniyên xwe li gel grûpên tundrew qut bike.
Wezîrê Derve yê Rûsya herwiha tekez kir, ku gerek opozisyon û grûpên tundrew ên li Sûriyê jî ji hev bihên cudakirin.
Sergey Lavrov di berdewamiya axavtina xwe de tekezî li ser destpêkirina gotûbêjn navbera aliyên sûrî kir û ragihand, ku kirîza Sûriyê bi şer û rêyên serbazî nayê çareserkirin.
Derbarê rewşa Lîbyayê de jî, ku piştî ketina rejîma Muemer Qezafî tûşî şerê navxweyî û aloziya siyasî û ewlehî bûye, Lavrov got, divê aliyên Lîbiya di nava xwe de rêkevtinê bikin.
Ji aliyekê din ve di vê konfransa rojnamevanî de, Wezîrê Derve yê Îtalya Paulo Gentiloni jî bi amajekirin bi hevdîtina navbera xwe û Sergey Lavrov ragihand, ku wan di gotûbêjên xwe de bi taybetî behsa rewşa li Sûriyê û hewlên ji bo dawî anîna bi şer li wî welatî kiriye.
Paulo Gentiloni tekezî li ser destpêkirina danûstandinên aştiyê di navbera aliyên sûrî de, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kir û got, divê hikûmeta Sûriyê desthilatên xwe ligel opozisyonê dabeş bike.
Gentiloni herwiha amaje bi rewşa bajarê Helebê jî kir, ku di wan rojên dawiyê de şerekî giran li wî bajarê Sûriyê diqewime û got: “Em daxwaz dikin hewlên ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Helebê berdewam bin.”
Wezîrê Derve yê Îtalya bi pêwîst zanî, ku di demek zû de şerê li Helebê were sekinadin û destnîşan kir, ku ew nikarin li ser bajarekê wêranbûyî û jêrxaneke wêran, bajarekî nû ava bikin, lewma pêwîst e dawî bi rewşa niha ya li Helebê bihê.