Print this page

Kerry û Lavrov Proseya siyasî ya çereseriya krîza Sûriyê anîn rojevê

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê û hevtayê wî yê Amerîkî John Kerry doh li paytexta Îtalya Romayê bi mijara dawîanîna pevçûnên li Sûriyê û çareseriyê hatin ba hev.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku her du wezîr di çarçoveya Konferansa Kêşeyên Navnetewî yên Derya Spî de li hev civiyan.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, ‘Lavrov careke got ku şertê sereke têkoşîneke bibiryar a dijî grubên terorîstî ye û pabendiya xwe ya bi biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî ya çareseriya krîza Sûriyê bi rêyên siyasî teyît kir.'

Wezaretê diyar kir ku Kerry xem û fikarên Amerîkayê yên li ser rewşa heyî ya Sûriyê gihandine Lavrov û metirsiya ji bo Helebê aniye ziman.

Herwiha hat gotin ku her du wezîr di hevdîtinê de li ser babetên gihandina alîkariyên mirovî, hewlên bo dawîanîna dijminatiyê û li ser hêvî û xebatên derbasbûna proseya siyasî rawestîya ne.