Print this page

Di teqîna kaneya Çînê de 21 karkerî jiyana xwe ji dest da

11:45:30

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, di kaneyeke komir a bakur rojhilatê Çînê de ji ber teqînê 21 karkeran jiyana ji dest da.

Çînê hejmara kesên ku di hezazê de can da gihişte 18an Li gorî nûçeya Ajansa Xinhua ya fermî ya Çînê, li kaneke komirê ya li bajarê Qitaiheya eyaleta Heilongjangêyê ji ber hezazê teqînek rû da. Ji karkerên kanê yên di binê axê de man, tenê yek hate rizgarkirin û 21 karkerên ku di galeriyekê de asê man bûn jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha li Çînê di meha borî de dîsa teqînek li kanekê rû da bû û dîsa 33 karkerên di kanê de jiyana xwe ji dest da bûn.

Di karesateke din a meha îlonê de jî 18 karkeran jiyana xwe ji dest da bû. Li gorî zanyariyên fermî, li Çînê di karesatên kaneyan de salane bi qasî hezar kes jiyana xwe ji dest didin, lê parêzvanên mafên karkeran dibêjin, hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.