11:40:24
Rojava News: Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî (Amnesty International), li Swêdê ji bo azadkirina çalakvana kurd Zeyneb Celalyan helmeta komkirina îmzeyan da destpêkirin.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî, li ser torên civakî, bi rêya dîmenên hunermendên Swêdê, daxwaz ji mehwelatiyên vî welatî dike da ku bi rêya îmzeyan ji hikûmeta Îranê daxwaza azadkirina zîndaniya siyasî Zeyneb Celalyan bikin.
Hunermendên ku beşdarê helmetê bûne dibêjin, “dibe her nameyek bibe sedem, ku Zeyneb Celalyan bê azadkirin” û daxwaz ji xelkê sivîl dikin, ku nameyan binivîsin û îmze bidin.
Di çarçoveya vê helmetê de heta niha 52 hezar îmze hatine komkirin.
Zîndaniya siyasî Zeyneb Celalyan 32 salî ye û di sala 2007ê de, li parêzgeha Kirmanşanê bi tometa endamtiya Partiya Jiyqana Azad a Kurdistanê (PJAK) û herwiha “Dijberiya Xweda”, ji aliyê Îranê ve hate girtin û di destpêkê de cezayê sêdaredanê jê re hate birîn. Lê paşî cezayê wê veguhertin zîndanîbûna heta hetayê.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di çend mehên derbasbûyî de rewşa tendurustiya Celalyan têk çûye û çavên wê êdî baş nabînin. Herwiha rewşa fîzîkî û derûnî ya çalakvana kurd xirab e.