11:00:18
Rojava News: Li Avusturyayê li gorî encamên peşîn ên hilbijartina Serokomariyê namzetê serbixwe Alexander Van der Bellen biserket. Namzetê rastgirên radîkal Norbert Hofer binketina xwe qebûl kir.
Li Ajansa Nûçeyan a Avusturyayê di hilbijartinên Serokomariyê ya wî welatî de serokê berê yê Keskan û namzetê serbixwe Van der Bellen ji sedî 53.3yê dengan stend û biserket. Rikberê wî yê rastgirê radîkal Norbert Hofer jî ji sedî 46.7ê dengan stend. Partiya Hofer ya bi navê ‘Partiya Azadiyê' jî ji ber serkeftinê Van der Bellen pîroz kir.
li ser Facebookê got, "Spasiya we hemûyan dikim. We gelekî piştgirî da min, ji ber ku bikêrî tiştekî nehat, xemgîn im Ji ber serkeftinê Van der Bellen pîroz dikim û bangî hemû Avusturyayiyan dikim, da ku yekîtiya xwe bidomînin û bi hevdu re bixebitin. Em deng bidin kê bila em bidinê, dîsa jî em hemû Avusturyayî ne."
Li Avusturyayê di meha gulanê de jî hilbijartina Serokomariyê bûbû û Van der Bellen bi cudahiyeke pir kêm li hemberî rikberê xwe biserketibû û ji ber îdiayên bêusûliyê yên partiya Hofer biryar hatibû dayîn ku hilbijartin dubare were lidarxistin.
Hêjayê gotinê ye ku ger li Avusturyayê Hofer wek Serokomar bihata hilbijartin, wê ji Şerê Cîhanê yê 2yemîn û vir ve wê li Ewropayê bibûya serokdewletê yekemîn ê rastgirê radîkal. Tê payîn ku encamên fermî wê roja duşemê werin daxuyandin.
Hofer gotibû ger ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê an jî Bruksel polîtîkayeke navendî bimeşîne, endamtiya YE wê ji gel bipirse. Hofer her wiha diparast ku bi Rûsyayê têkiliyên nêzîk deyne