RojavaNews: Serokwezîrê Japonyayê, Shinzo Abe dibêje, vîdyoya kuştina yek ji dîlên japonî yên di destê DAIŞê de, êdî gelekî ji rastiyê ve nêzîk bûye, DAIŞ jî ji bo berdana dîlê din yê Japonî daxwaza berdana girtiyeke di zindanên Urdinê de dike.
Rêxistina DAIŞê ku ji bo berdana herdu dîlên japonî yên ku tê gotin di Tebaxa sala borî de li Sûriyê hatine girtin, daxwaza 200 milyon dolarên amerîkî kiribû. Duh jî DAIŞê vîdyoya kuştina dîlekî ji wan belav kir û ji bo berdana dîlê din, xwestiye girtiyeke di zindanên Urdinê de bi navê Sacîde Elrîşawî were azadkkirin.
Serokwezîrê Japonyayê derbarê vîdyoya kuştina dîlê bi navê Haruna Yokawa de got, ew daxwaz dike dîlê din yê di destê DAIŞê de demildest bê berdan.
Hikûmeta Japonyayê jî diyar kir ku kuştina Haruna nayê qebûlkirin û ewê her tiştê ku ji destê wan tê ji bo azadkirina dîlê din yê japonî bikin.
Di vîdyoyeke din de ku niha Japonya û Amerîka lêkolînê li ser rastiya wê dikin, dîlê din yê japonî derdikeve ku wêneya kuştina Haruna di destê wî de ye û Serokwezîrê Japonyayê wek berpirsyar li hember çarenivîsa xwe dibîne.
Herwiha ew jina ku DAIŞ daxwaza berdana wê dike, di sala 2006 de bi tometa ku xwestiye di hotêlekê de li Emanê xwe biteqîne, cezayê bidarvekirinê derheqê wê derketiye.