Rojava News: Wezîrê Derve yê Swîsreyê Didier Burkhalter diyar kir ku welatê wî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aşitiyê amade ye di navbera dewleta Tirk û Kurdan de navbeynkariyê bike.
li gorî ajansa Sputînê, Wezîrê Derve yê Swîsreyê Didier Burkhalter li Konseya Federal a Swîsreyê di derbarê rewş û geşedanên li Tirkiyeyê de bersiva pirsên parlamenterên federal ên Swîsreyê da.
Burkhalter ji bo pirsa parlamenterên Swîsreyî ya di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de got, "Konseya Federal (ya Swîsreyê) ji bo aşitiya bi Kurdan re, ger ku her du alî bixwazin, dikare navbeynkariyê bike. Min di 3yê Mijdarê de li Bernê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re got lê heta niha ji aliyê Tirkiyê daxwazeke wisa nehatiye."
Wezîrê Swîsreyî wisa dewam kir: "Ez careke din dubare dikim, ger ku her du alî bixwazin em dikarin rola xwe bilîzin. Partiyên siyasî yên Swîsreyê jî dikarin di vê mijarê de rola xwe bilîzin. Hêvî dikim ku ji bo pevçûnên piştî Pûşpera 2015a çareseriyeke aştiyane were pêkanîn."
Li gel vê yekê Burkhalter bersiva pirsa di derbarê girtina hevserok û parlamneterên HDPê, girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman de da û got, "Em wek Konseya Federal a Swîsreyê politikaya li hemberî Hevserokên HDPê, parlamenter û şaredaran ji nêz ve dişopînin. Konseyê ev mijar li Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê û Rêxistina Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (REHE) anî ziman."
Burkhalter her wiha dest nîşan kir ku ew dizanin çend qeyûm hatine tayînkirin û ji hûrgiliyên girtina parlamenter û şaredaran agahdar in û her wiha lêkolîna xwe ya di derbarê vê mijarê de berdewam dikin.