Rojava News: Berpirsekî leşkerî yê amerîkî îdia kir, ku ji du salên dawiyê heta niha, li Sûriyê û Iraqê, nêzîkî 50 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Medyaya Amerîkayê li ser zarê berpirsekî leşkerî yê vî welatî ragihand, ku ji destpêkirina helmeta leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê heta niha, li Sûriyê û Iraqê li dijî DAIŞê 16 hezar êrîşên esmanî hatine encamdan.
Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê de jî wî berpirsê amerîkî gotiye; “Di van êrîşan de nêzîkî 50 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Li Sûriyê û Iraqê, 173 kesên sivîl jî ji ber van êrîşan jiyana xwe jidest dane.”
Lê belê rêxistinên sivîl derbarê hemjara kuştiyên sivîl de amarên cuda belav dikin. Li gorî van saziyan di encama operasyonên esmanî yên hevpeymanan de nêzîkî hezar û 900 kes bûne qurbanî.
Beriya niha jî di Tebaxa 2016ê de berpirsê Pantagonê Ryan McFarland gotibû; DAIŞê heta niha 45 hezar çekdarên xwe wenda kirine.