Rojava News: Proje biryara Kanadayê bo rawestandina şer li Sûriyê, îro înê 9ê Kanûna 2016ê li Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) hat pesendkirin.
Roja înê doh Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li ser rewşa Sûriyê civiya û di civînê de projeya Kanadayê bo rawestandina şer li Sûriyê hat pesendkirin.
Di civînê de 122 welatan dengên erê dan projeya Kanadayê û 13 welat jî li dijî proje biryarê derketin.
Civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî piştî wê yekê tê, ku Rûsya û Çînê di civîna duh pênşemî ya Encumena Asayişa Navdewletî ya taybet bi gotûbêjkirina rewşa Sûriyê de, mafê xwe yê Vetoyê bi kar anîbûn.
Di yekem berteka piştî pesendkirina proje biryara Kanadayê de, Nûnerê Sûriyê li NY Beşar El-Ceiferî ragihad, ku ew bi ti awayî pabendê wê biryarê nabin.
Beşar El-Ceiferî herwiha ragihand: “Armanca siyasî li pişt projeya Kanadayê ye, pesendkirina wê biryarê li dijî Sûriyê ye û di berjewendiya Îsraîlê de ye.”
El-Ceiferî da xuyakirin: “Em soz didin gelê Sûriyê ku em dê armancên xwe pêk bînin û asayiş û ewlehiyê vegerînin Sûriyê û terorîstan jî li bajarê Helebê bikin derê.”
Balyozê Sûriyê li Netewên Yekbûyî tekez kir, lîstina bi navê Sûriyê weke rejîm serkevtî nabe û ew wê yekê red dikin. Beşar El-Ceiferî got: “Terorîst ji zêdetirî 100 welatî ve diçin Sûriyê û di nava wan de jî welatê Kanadayê heye.”
Hevdem, Balyozê Kanadayê li Netewên Yekbûyî ragihand: “Dorpêçkiriyên li rojhilatê Helebê bo rizgarbûnê li benda alîkariyên civaka navdewletî ne.”
herwiha Balyozê Yekîtiya Ewropayê li NY jî destnîşan kir, proje biryara Kanadayê, ji bilî ku daxwaza rawestandina şer li Sûriyê kir, êrişkirina ser xelkê sivîl jî şermezar kir.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê herwiha da xuyakirin: “Parastina mafên mirovan li Sûriyê dawî pê hatiye. Ew kesên ku destê wan di binpêkariyên li Sûriyê de hene, gerek radestî Dadgeha Tawanên Navdewletî werin kirin.”