Print this page

Ji Almanyayê daxuyaniya PKKê

11:37:20

 

Rojava News: Berdevkê Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Johannes Dimroth ragihand ku ew PKKê wek rêxistineke terorîst dibînin û her cure endamtiya wê jî li gor wan sûc e. Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Alman Dimroth di kombûna rojnamevanî ya li mala medyayê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Dimroth li ser pirsa PKK pereyan ji xelkê berhev dike xwest ku li qanûnên bergiriyê yên Teşkîlata Parastina Destûra Almanyaya Federal bê nihêrtin û wiha axivî: "PKK li Almanyayê di nav kategoriya rêxistinên terorê de cî digire. Lewma jî endamtiya wê ya sade jî sûc e.' Dimroth, bal kişand ser ku Almanya bi sîstema eyaletan tê birêvebirin û bergiriyên pêwîst jî dikevin qada polîsên wan eyaletan.

Dimroth bibîr xist ku di raporta BfVyê de xuya dibe ku gelek lêpirsîn û doz li endamên PKKê hatine vekirin û herî dawî jî endamekî DHKP-Cê hatiye girtin.

Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Almanyayê herwiha bal kişand ser ku hevkariyeke wan a xurt ji bo têkoşîna dijî terorê bi Tirkiyê re heye ku Tirkiye bo wan partnerekî girîng e.