Print this page

Li baregeha leşkerî ya Koreya Başûr teqîn: 23 birîndar

12:30:41

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li başûrê rojhilatê Koreya Başur li baregeha leşkerî teqîn pêk hat, di teqînê de 23 leşker birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li başûrê rojhilatê Koreya Başur li baregeha leşkerî teqîn pêk hat, di teqînê de 23 leşker birîndar bûn. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Yonhana Koreya Başûr, li baregeha leşkerî ya bajarê Ulsanê ku bi 410 kîlmetroyan li başûrê rojhilatê paytextê Seulê dikeve teqînek pêk hat.

Li gorî zanyariyan di teqînê de 2 jê girin 23 leşker birîndar bûn. Baregeha leşkerî ku teqîn lê qewimî cihê perwerdehiya leşkerên nû ye û hê sedemê teqînê nayê zanîn. Li gorî agahiyan di dema teqînê de li baregeha leşkerî perwerdehî nedihat kirin.

Ji aliyê din ve li gorî nûçeya Yonhanê rêvebiriya Koreya Başur derbarê teqînê de lêpirsîn daye destpêkirin.