Print this page

Pûtîn: dem dema veguhestina polîtîke li Sûriyê

12:28:40

 

Rojava News: Serokê Rûsî Filadîmêr Pûtîn ragihand ku wî û serokê Tirkî Receb Teyb Erdogan li ser lidarxistina gotûbejên aştiyê li Asîtana li Kazaxistan derbarê çaraseriya kirîza Sûrî lihev kirine.

Pûtîn domand ku ew gotûbêj dê derbarê agirbesteke giştî li seranserî Sûriyê be, û amaje bi we yekê kir ku dem dema veguhestina polîtîke li Sûriyê.

Derbarê ketina Tedmurê di dest Daişê de, Pûtî ku ew yek çê bû ji ber nebûna hevrêziyê di nav Rêjîm û Rûsiya û hevpeymana navwelatî de bû.

Serokê Rûsî domand ku Tirkiya soz da ku çekdaran ji Helebê derxîne da ku rewanên nişteciyên deveren rikberiyê biparêze.