04:06:10
Rojava News: Serokê helbijartî yê Amerîkayê Donald Trump teqez kir, ku navçeyek aram bo hemwelatiyên Sûriyê ava bike û di vê derbarê de ragehand ku divê welatên kendava ereb pare ji bo vê pirojeyê dabîn bikin.
Trump yekem care piştî serkeftina helbijartina serokatiyê behsa vê rêçareyê bo Sûriyê dike. vê derbarê de got, Amerîkayê bixwe kêmasiyên budceyê hene û nikare pare bo vê pirojeyê dabîn bike, lê divê welatên ereb piştevaniya darayî bo projeyê dabîn bikin.
Trump li pêş alîgirên xwe yên li Pensilvanyayê teqez kir: ‘’Em dixwazin alîkarî bidin hemwelatiyên Sûriyê û projeyekî wan pêkbînin, ji ber rewşa ku naha heyî li Sûriyê cîhê êş û birînê ye.’’