Print this page

Obama: Xwe ji kavilbûna Sûriyê berpirsiyar dibînim!

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama di Konferansa Qesra Spî ya dawiya salê de gotarek pêşkeş kir ku tê de li ser Sûriyê got, ‘Ji kavilbûna Sûriyê ez hinekî xwe berpirsiyar dibînim.’

Serokê Amerîkayê ku 20 meha Rêbandan a 2017an erka xwe radestî serokê hilbijartî yê Amerîkayê dike di konferansa salane de li ser gelek babetan daxuyanî dan. Obama li ser pirsên krîza Sûriyê diyar kir ku ew hewil didin bi gavên rast krîza Sûriyê çareser bikin û heta niha jî di nav wan hewildanan de ne.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku dê Amerîka ji niha û şûn de jî ji nêz ve bi rewşa Sûriyêre mijuliyê bike û li ser pirsa rojnamevanekî ya berpirsiya li ser xerabûna rewşa Sûriyê got, ‘Belê ez hinekî li ser kavilbûna Sûriyê xwe berpirsiyar dibînim. Lê dîsa jî gavên me avêtine gavên herî rast bûn.'

Obama li ser îdiayên hack kirina DNCyê Rûsya kir hedef û wiha axivî: "Heger hûn hinek tiştan li ser me bikin em ê jî heman tiştî bikin. Dê hinek bi awayekî vekirî û bi metodên têne zanîn bin, dê hinek jî hewce bike dê bi veşarî ku hin kes ji wan fêm nekin bin."

Obama li ser pirsa rojnamevanan a li ser hilbijartina Donald Trump ji bo seroktiya Amerîkayê jî got, ‘Heger Ronald Reagan (Serokê Komariyê Amerîkayê yê berê) bihistibûna ku ew qas kes piştevaniya Trump dikin, dê di nav gora xwe de bizîviriya.'