Print this page

CIA: Nexşeya Iraq û Sûriya wek xwe namîne

07:56:16

 

Rojava News: Rêveberê berê yê dezgeha Îstixbarata Amerîka(CIA) ragehand ku piştî wan şerên ku niha di Rojhilata Navîn de birêve diçin, Iraq û Sûriya wek xwe namînin.

 

Rêveberê berê yê CIA, Maykil Haydin ji bo kenala K24 ragihand ku di dema ku li nav dezgehê de erkdarbû û li gel kurdan kar dikir ji bo wî diyar bûye ku Kurd hevpeymanên bihêz yên Amerîkayêne.

 

Maykil Haydin herwaha ragihand ku girînge ku Amerîka rêzê li xwastên hevpeymanê xwe yên kevin bigire û hemahengiyek bihêz li gel Herêma Kurdistanê hebe.

 

Rêveberê berê CIA di wê baweriyê de ye ku Iraq û Sûriye  piştî şerê navxwe yê rêxistina DAIŞê wek niha namîne û yê dabeş bin.