Print this page

Li Yemenê êrişa xwekujî: 43 mirî bi dehan birîndar

12:00:05

 

Rojava News: Li bajarê Adenê ku dikeve başûrê Yemenê êrişa xwekujî pêk hat û di encamê de 43 leşker mirin bi dehan leşker jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên rayedarên nexweşxaneyê, leşkerên ku ber avahiya li herêma Hûr Mekserê nêzî Balafirgeha Adenê ya Navneteweyî yê Fermandarê Hêzên Taybet Nasir el Amburî hedef hate girtin û di encamê de jî 43 leşker mirin, bi dehan jî birîndar.

Li gorî ragihandina şahêdin bûyerê êrişkar xwe di nav leşkerên ku di saetên sibê de bo mehaniyên xwe bistînin civiyabûn de teqandiye.

Derbarê teqînê de hêj ji rayedarên hikûmetê daxuyanî nehatiye dayîn. Li herêma Hûr Mekserê ya Adenê di 10 Berfenbarê de li hemberî leşkerên têketina Kişleya Hêzên Ewlekariya Taybet bi wesayîta bombe barkirî êriş pêk hatibû û di encamê de jî 30 kes miribûn, 40 kes jî birîndar bûn.